Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ermenîyê Dawî yê Amedê, Sarkîs Eken Koça Dawî Kir


Sarkîs Eken, bi navê din Hemo Sidqî, 85 salî bû û ji gundekî Farqînê bû. Piştî tehcîra dema Osmanîyan, axayê gundê wan, malabata wî vedişere û wan ji mirinê rizgar dike.

Eken di 19 salîya xwe de bi Bayzar Alata re dizewice, lê di zewaca wan ya 65 salan de zarokê wan çênebû.

Her du Bayzar û Sarkîs di sala 1984’an vir ve li xanîyên nav hewşên Dêra Meryem Anayê de dijîyan, bi salan li wir man û cemaata Suryanîyan li wan xwedîtî dikir.

Hevjîna Apê Sidqî, Bayzar Alata jî 24ê Hezîrana 2014î de li Amedê jîyana xwe jidest dabû.

Sarkîs Eken 2002’an de ola xwe di nasnamê de diguhere û wek hevjîna xwe, ew jî bi fermî dibe Krîstîyan. Du meh berîya mirina hevjîna wî, piştî 65 salan mehra zewacê ya fermî bîrîn.

Eken demeke dirêj vir ve nexweş bû. Li ser navê Degê Amerîka em çend caran çûn serdana wî û li wir behsa jîyana xwe ji me re kir.

Apê Sidqî çend caran anî ziman ku tenêbûn zehmet e, piştî jîyana bihevre ya 65 salan ligel hevjîna wî Bayzar.

Hemo Sidqî digot, ew ji şer eciz e û hêvîya wî aşitî ye. Lê, di nav şeş mehên dawî de taxa ku lê dijîya, Sur bû qada şer û dêra wan jî ji êrîşan zîyaneke mezin dîtibû.

Hemo Sidqî di hevdîtinekê de gotibû ku di ciwanîya xwe de bû şahidê koça Ermenîyan ji Amedê. Ermenîyê dawî yê Amedê, di dawîya jîyana xwe de bû şahidê koçkirina bi hezaran Kurdên li navçeya Surê dijîyan.

Jiber ku dêra Ermenîyan li taxek qedexe ya Surê ye, merasîma cenaze Sarkîs Eken li dêra Meryem Anayê ya Suryanîyan hat kirin. Ermenîyê dawî yê Amedê, li goristana Ermenîyan li ba gora hevjîna xwe hat defin kirin.

***

KHF_1_18_16_Sarkis_E
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00

XS
SM
MD
LG