Karbidestên Erebistana Saudî dibêjin, di encama teqekirina ji Yemenê de, herî kêm 3 kes li başûrê wî welatî hatin kuştin.
Karbidest didine zanîn ku di êrîşa hember xanîyekî karkerên avakirinê de herwiha 28 kesên din jî birîndar bûn.
Ajansa dewletê Saudi Press Agency ji zarê endazyerekî xwecihî ragihand ku teqekirin li herêma Jizan xist û 4 ji 28 kesên birîndar hemwelatîyên Saudî ne.
Başûrê Yemenê, pîştî ku êrîşên esmanî yên Saudî destpê kirine, pir caran bûye armanca êrîşên serhildayên Şîa yên Yemenî ku wek Husî tên nasîn.