Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Melîkê Erebistana Saudî Salman Beşdarî Hilcivîna Amerîka û Welatên Ereb Nabe


პოლიციის მიერ წიწაკის აეროზოლის შესხურების შემდეგ აქციის მონაწილეს დახმარებას უწევენ.
პოლიციის მიერ წიწაკის აეროზოლის შესხურების შემდეგ აქციის მონაწილეს დახმარებას უწევენ.

Melîkê Erebistana Saudî Salman beşdarî hilcivîna Amerîka û welatên Ereb nabe ku Serok Barack Obama mêvandariya wê dike.

Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Adil el Jubeyr do Yekşemê ev yek ragihand û got ku Melîk Salman civîneke xwe ya plankirî li Koşka Spî betal kiriye.

Hilcivîn roja Çarşemê destpê dike, tê de delegasyonên şeş welatên Ereb yê Kendavê serdana Koşka Spî dikin û paşê roja Pêncşemê gotûbêj li Camp David berdewam dikin.

Jubeyr got, Melîk Salman dê cîgirê xwe Paşmelîk Mihemed bin Nayif li şûna xwe bişîne hilcivînê.

Wî got, dema hilcivînê nakok e ligel agirbesta pênc roj li Yemenê, welatê ku Erebistana Saudî serkêşiya êrîşên esmanî yên koaliysonê li dijî serhildayên Husî dike.

Karbidestekî rêvebiriya Obama got, ev guhertin ne bersiva ti pirsgirêkan e.

Ligel nehatina Melîk Salman, tenê rêberên Qeter û Kuweytê ligel delegasyonên xwe tên.

Mîrê Kuweytê Sebah Ehmed Al Sebah roja Yekşemê hate Washington û biryar e Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Tanî îro Duşemê ber bi Washington ve were.

Sultan Qabûn yê Oman û Serokê Îmarat Xelîfe bin Zayed Al Nehayan jiber nexweşiyê beşdar nabin.

XS
SM
MD
LG