Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Saudî Dijî Serhildayan Hêzên Nû Dişîne Yemenê


Leşkerên Yemenî
Leşkerên Yemenî

Erebistana Saudî hewlên xwe xurt dike ku serhildayên Husî yên bi piştgirîya Îranê li Yemenê têk bibe. Hikûmeta Saudî bo wê armancê biryar da ku leşker û çekên giran yên nû bişîne Yemenê.

Karbidestekî Yemenî ji AFP re got ku Rîyad, di nav 48 seetên dawî de, bi dehan tankên nû, wesayîtên zirxîn û hilgirên personel şandin wan.

Berî çend rojan jî 2,800 hêzên koalîsyona Erebî giheştibûn Yemenê ku piranîya wan ji Erebistana Saudî, hinekên din jî Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî ne.

Piştî ku hêzên Erebî giheştin hawara hêzên Serok Abdurabu Hadi, serketinên girîng hember Husîyên dest xistin û vê gavê pêşveçûna xwe ya ber bi paytaxt Sana ya bin kontrola serhildayan didomînin.

XS
SM
MD
LG