Piştî teqînê mezin yên xwekujîyê li Sûrîyê roja Pênşemî ku bi dehan kes têde hatin kuştin, ragehandina Sûrî raport li ser hewlên zêdetir yên êrîşên ji wî awayî dan.
Dr. Sadedîn Mella, endamê komîteya pêwendîyên derve ya Encûmena Nîştimanîya Kurd li Sûrîyê, got ew wan êrîşan mehkûm dikin û da zanîn êrîşên ji wî awayî bitenê xizmeta rejîma Sûrî dikin.
Di nav hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka Beşê Kurdî, rêzdar Mella got ne dûr e li ber wan êrîşan nûnerê navneteweyî Kofî Annan di nav raporta xwe de bo NY bêje tundûtîjî hem ji layê hikûmetê û hem ji layê opozisyonê ve tên kirin.
Ew dibêje vê demê bi zehmet dikeve ku Civata Ewlekarîyê fişarek zêdetir bîne ser rejîma Sûrî. Bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê li ser fayla dengî kilîk bike.