Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Li Cizîrê Qirkirinek Hate Kirin


Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş, Enqerê tawanbar dike ku “qirqirin” pêk anîye, piştî ku raportên medyayî belav bûn bi dehan sîvîl di operasyoneke leşkerî de li bajarê Cizîrê hatine kuştin.

"Wan li Cizîrê qirqirinek pêk anî û ew naxwazin wê yekê eşkere bikin," Demîrtas di civîna parlemanê de ji qanûndanêran re got.

Cizîrê ku çend hefte ne qedexeya derketina kolanan lê heye, dibe qada operasyonên pir dijwar yên hêzên ewlekarî yên Tirk.

Hikûmeta Tirkîyê dibêje, ew şerê “terorîstan” dike û red dike ku sîvîl dibin armanca operasyonan.

Li gor raportên medya Tirkî, hêzên ewlekarîyê roja Yekşemê 60 kesên birîndar ku di binê avahîyekê de asê bûn, kuştine.

Dû re, artêşa Tirk do Duşemê ragihandibû ku 10 serhildayên Kurd li Cizîrî hatine kuştin, lê heta niha jî bi zelalî nayê zanîn ku rastîya bûyerê çi ye.

XS
SM
MD
LG