Yeşem, 19 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 22:46

Sûrîye

Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore: Hîn Şerên Giran li Herêmê Didomin

Di vê wêneya arşîvê de, leşkerên Tirk di operasyoneke dijî serhildayên PKK'ê de xwane dibinDi vê wêneya arşîvê de, leşkerên Tirk di operasyoneke dijî serhildayên PKK'ê de xwane dibin
x
Di vê wêneya arşîvê de, leşkerên Tirk di operasyoneke dijî serhildayên PKK'ê de xwane dibin
Di vê wêneya arşîvê de, leşkerên Tirk di operasyoneke dijî serhildayên PKK'ê de xwane dibin
Mezinahîya nivîsê - +
Ev çend hefte ne li Şemzînan'ê şerên giran li navbera artêşa Tirkîyê û serhildayên PKK'ê ve berdewam dikin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de şaredarê Şemzînan'ê Sedat Tore li ser rewşa heyî dipeyîve û agahîyên nû dide.

Nexşeya ŞemzînanêNexşeya Şemzînanê
x
Nexşeya Şemzînanê
Nexşeya Şemzînanê
Birêz Tore dibêje, ji 23’ê Tîrmehê vir ve şer berdewam dike û heta 20 kîlometre alîyê başûr ve û pevçûn didomin.

Bajarvan Tore her wiha dide zanîn ku li heft gundên herêmê gundî neçar mane ku cîh û warên xwe bihêlin û bar kin deverên din.

Kerem kin guh bidine vê hevpeyvîna ligel birêz Tore bikin:

Hevpeyvîn_Sedat Tore
Loading
12:00:00 / -:--:--
Ev forume hate girtin.
Rêkxistina şîroveyan
Şîrove
     
Nivîser: Sait Pektas Ji: USA
07.08.2012 13:19
Silav
Şaredarê Şemzînan Sedat TORE bişkaftinên zelal tîne ziman.Serkwezîrê tirk û wezîrê hundir û wezîrê berevanî a neteweyî cuda cuda beyanat dan. Li herêma Şemzînan şerek giran û berfireh heye. ev yek misoger e. Şerê orta gerîlla û artêşa biserûber da diqewime timî di leha gerîlla da ye. Çimkî gerîlla veşartî ye lê artêş aşkera ye. A diduyan gerîlla lê dixe û direve, artêş nig di erdê dide.Eva yeka kaîdeyek gelemperî ê cîhanê ye. Lê niha di vî şerê dawîn da gerîlla lê dixe lê nareve. Kifşe ku berî wextan bi mafdarî kozik û kemînên xwe amade kirine. Û cerabîya şerê sing bi sing dike.Ev şer şerek qirêj û bêmaf e lê ji herdû alîyên şer, gerilla mafdar e. Çimko dewleta tirk ziman, dîrok, çand û herîya neteweyê kurd Înkar dike, şer jî pkk jî gerîlla jî ji ber van sedeman hatine afırandin.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--