Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hisên Koçer: YPG li Serêkanîyê Serketinên Girîng Dest Dixe


Şervanên YPG
Şervanên YPG

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Berpirsê Navenda Têkîlîyan ya YPG li Serêkanîyê Hisên Koçer li ser rewşa ewlehîya bajêr agahîyên girîng dide.

Birêz Koçer dibêje, hêzên YPG serketinên girîng dest xistine û gelek endamên Dewleta Îslamî kuştine.

"Me wek YPG jibo tolhildana Kobanê dest bi hamleyeke mezin kiriye. Di êrîşên me de gelek çeteyên DAÎŞ hatine kuştin, ku yek ji wan jî emîrê herêmî bi navê Ebu Waqas e û termê wî jî ketê destê me."

Koçer dide zanîn ku Erebên xwecîhî ku berê piştgirî didan DAÎŞ niha hatine ba YPG û piştgirîya xwe ji wan re radigihînin.

Li ser hatina şervanên bîyanî jî, Koçer kêfxweşîya xwe dîyar dike û ew yek ji erka YPG re peywendîdar dibîne.

"YPG li ser erdê hêza serekî ye ku li ser navê cîhanê gîş şerê DAÎŞ dike. Loma jî Amerîkî, Îngîlîz, Hollandî û Îsraîlî têne Rojava ku tev li YPG bibin û destek bidin me."

Husên_Koçer_11_27_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:17 0:00

XS
SM
MD
LG