Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs - Salvegera Êrişa Helebce


Sernivîs - Salvegera Êrişa Helebce
Sernivîs - Salvegera Êrişa Helebce

Li roja 16 Adara 1988, rijîma Îraqî bi çekên kîmyawî êriş kire ser bajarê Helebce, li Îraqê.

Di wê êrişê de, nêzîkî 5,000 mêr, jin û zarokên Kurd ji layê hêzên Sedam Husênî ve hatin kuştin. Her di wê êrişê de 10,000 kesên din birîndar bûn.

Êrişa Helebce, beşek bû li bizava 'Anfal’ ya Sedam Husênî ji bo kuştin û bêwar kirina Kurdên Îraqê.

Dadgeheka Îraqî, pismamê Sedam Husênî, Elî Hesen Mecîd bi “ tawanên li dijî mirovatî” xetabar kir ji ber rolê wî li komkujîya Helebce. “Elî Kîmyawî” li roja 25’ê meha yek, 2010 hat îdam kirin.

Li gorî lêkolîneka komela Çavdêrîya Mafên Mirovan li sala 1994, bi kêmî ve 50,000 heta 100,000 kes di Anfalê de hatin kuştin.

Pêdivî ye cîhan tu caran Helebce û Anfalê ji bîr neke.

- Ev gotare beşek e li bîr û raya Hikûmeta Amerîkî.

XS
SM
MD
LG