Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêrwan Mela Îbrahîm: Biryara Sîyasî ya Kurdên Sûrîyê di Destê Qendîl yan Hewlêrê de ye


Nûnerên partîyên sîyasî yên Kurd yên Sûrîyê li paytexta Herêma Kurdistana Îraqê kom dibin di bizavekê de jibo ragihandina helwêsteke yekgirtî hemberî hevalbendîya nû ya komelên opozisyon û şoreşgêrên Sûrîyê.

Lê belê rojnamevan û çalakvan Şêrwan Mela Îbrahîm ne geşbîn e ku partîyên Kurd wê bikaribin li hev bikin û helwêsteke yekgirtî beramberî beşdarî û daxwazên Kurdan ji hevalbendîya opozisyona Sûrîyê rabigihînin.

Birêz Şêrwan dibêje ku “her partîyek daxwaza tiştekê dike, yek daxwaza mafê çarenivîsîyê dike, yek daxwaza atonomî, yek daxwaza federalî û ya din daxwaza ne-merkezîya sîyasî dike û ev problem bi rêka serokê herêma Kurdistanê çareser dibe, ku ew zextekê li wan bike û biryarekê bide.”

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Şêrwan got ku “helwêst dê bête nîşankirin bi zexteka Serok Mesûd Barzanî û ez ne di wê bawerê de me ku encûmen bi xwe rêkeftinê bike.”

Birêz Şêrwan herwiha got ku “tevgera sîyasî ya Kurdên Sûrîyê xuya kirîye ku biryara sîyasî ne li cem wê ye, yan ji Qendîlê tê, yan ji Hewlêrê tê.”

Derbarê nakokîyên navbera partîyên sîyasî yên Kurd li Sûrîyê, birêz Şêrwan got ku “problema herî mezin ew e ku beşek ji partîyên Kurd yên Sûrîyê hevpeyman in ligel Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê û beşek hevpeyman in ligel Partîya Demokrata Kurdistanê û eger nakokîyek di navbera herdu partîyên Kurdistana başûr hebe, ev nakokî di nav encûmenê de jî xuya dibe.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG