Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cemîl Xidir Ebdal: Di Demeke Nêzîk de Prosesa Rizgarkirina Şengalê Destpê Dike


Şervanekî Êzîdî Perestgeha pîroz Şerfedîn a Êzîdîyan diparêze
Şervanekî Êzîdî Perestgeha pîroz Şerfedîn a Êzîdîyan diparêze

Cemîl Xidir Ebdal, berpirsê malbendê 15'ê yê Yekîtîya Niştimanî Kurdistan (YNK) li Şengalê got, di demeke nêzîk dê prosesa rizgarkirina Şengalê destpê bike.

Ebdal got ku ew girjiya nêvbera layenên siyasî de jibo beşdariyê di operasyona rizgarkirina Şengalê de nemaye.

“Rêkeftineke fermî jibo beşdariya tevaya hêzan jibo rizgarkirina Şengalê nîne, lê hebûna wan hêzan rastiya ser erdê ye.”

Hêzên Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) beşdariya layenên çekdarên PKK, YPG û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) di prosesa rizgarkirina Şengalê de red dike û dibêje, pêdivî bi beşdariya wan nake.

Lê, PKK, YPG û HPŞ dibêjin, wan li demê tengaviyê berevanî li Şengalê kir û qurbanî dane û dê berdewamî parastina herêmê bikin.

Ebdal got, gelê Şengalê di rêxistinên wan alîyan de ne û kes nikare wan ji Şengalê derxe.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvînê vê fayla deng dagire:

Cemil_Xidir_Ebdo_DS
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:23 0:00

XS
SM
MD
LG