Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emîd Koçer: Qonaxa Yekê ya Rizgarkirina Şengal Temam Bû


Kurdish Brigade Ashti Kocher in Sinjar front
Kurdish Brigade Ashti Kocher in Sinjar front

Îro hêzên Kurdistanî bi hevkariya êrîşên esmanî yên hevpeymanan, operasyona rizgarkirina Şengalê dan destpê kirin.

Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Emîd Aştî Koçer ji Dengê Amerîka re da zanîn ku ji gelek aliyan de wan êrîş birine ser armancên DAIŞê li Şengalê û dewrûberan wê.

Koçer dide zanîn ku li gor planeke leşkerî ya rêkûpêk, wan ji çend milan de êrîşên xwe rêk xistine, riya sereke ya di navbera Mûsil û Sûriyê de xistine jêr kontrola xwe.

Koçer bi berdewamî dibêje, ji çend milan de hêzên Kurdî hatine parve kirin, wek milê Herdan, navenda bajarê Şengal, Cîdal, Gabara û Qesra Kenda.

Koçer herwiha diyar kir ku hêzên wan pêşde diçin û serkeftina hêzên wan bi ser çekdarên DAIŞê de misoger e, lê tenê hin hewildanên xwekujî yên wek mayin û bombeyên çandî li ber pêşketinên wan dibin asteng.

Kerem kin li raporta vîdyoyî ya nûçegîhanê me Kawa Omer temaşe bikin:

Operasyona Rizgarkirina Şengalê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00

XS
SM
MD
LG