Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şengal Piştî Rizgarkirinê Wêrankirî Hat Dîtin


Beşek ji bajarê Şengal piştî hatî rizgarkirin
Beşek ji bajarê Şengal piştî hatî rizgarkirin

Nûçegihanê pişka kurdî ya Dengê Amerîka di nava bajarê Şengalê de, di raporta xwe de behsê wêrankariya li bajarê Şengalê pêkhatî dike.

Şengal bajarê Dîrokî yê Kurdên Êzidî, roja 3.08.2014an ji aliyê çekdarên bi nav Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) hatbû dagîrkirin, bi hezaran kurdên êzdiî hatin kûştin, girtin û revandin, bi hezran jî, koçber bûne.

Roja 13.11.2015 senterê qeza Şengal bi temamî ji aliyê hêzên Kurdistanî de hate rizgarkirin, lê piştî rizgarkirinê, hat dîtin ku, bajar bi temamî hatiye wêrankirin, avahî bi temamî biserhevda hatine rûxandin.

Welatî ji bajarê Şengalê
Welatî ji bajarê Şengalê

Welatî Eliyas Maro Kûştar gote Dengê Amerîka" Weke kesekî xwebexş em hatine vêderê, piştî azadkirina bajêr em niha li senterê qeza Şengalê ne, lê bajar bi temami hatiye kavilkirin".

Herweha Babê Kurdo, yek ji şervanên YPGê ji rojavayê

Şervanekî YPGê ji Rojavayê Kurdistan
Şervanekî YPGê ji Rojavayê Kurdistan

kurdistanê, gote Dengê Amerîka "jibo rizgarkirina Şengalê em hatine, jibo gelê kurd destek be em hatine"

Qasim Şemo Pêşmerge
Qasim Şemo Pêşmerge

Dîsan Pêşmergê fermanda Şengalê Qasim Şemo Qasim dibêje"Ciyên Êzidiyan yên Pîroz hatine têkdan, me parêzvaniya navnetewî divê, em dixwazin hêleke sur dinavbera me de hebe, em jihev bên cudakirin", bajar bi temamî hatiye bombekirin.

Ji roja rizgarkirina Şengalê heta niha 2 Gûrên Komî hatine dîtin ku, termên bi dehan jin, zaro, xûrt û kalên Êzidî di nava wan gûran de hatine dîtin.

XS
SM
MD
LG