Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Serhilda: Eger Kiir li Desthilatê Bimîne Şerê li Sudana Başûr Wî Bidome


Serokî Sudana Başûr Salva Kiir û rêberê serhilda Riek Machar
Serokî Sudana Başûr Salva Kiir û rêberê serhilda Riek Machar

Rêberê serhildayên Sudana Başûr Riek Machar dibêje, heta ku Serok Salva Kiir li desthilatê bimîne, şerê nexweyî yê welêt dawî nabe.

Riek Machar îro Çarşemê li Nairobi derket pêş rojnamevanan, di vê demê de ku parlemana Sudana Başûr, bi fermi desthilata nû ya bo sê salan da Kiir.

Machar got, li gor qanûna bingehîn seroktîya Salva Kiir, di dawîya şeva 8ê Tîrmehê de qedîya.

"Eger Serok rêze li daxwaza gel negire û desthilatê raberî gel neke, hîngê hemî mafê hemwelatîyan heye ku rabin ser pêyan û desthilata wî gêr bikin.”

Hêjayî bîrxistinê ye, qanûndanêrên Sudana Başûrî meha Adarê bi dengdanê dema desthilata Kiir dirêj kiribû.

XS
SM
MD
LG