Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 300 Hezar Kes li Sudana Başûr Bê Alîkarîya Parastina Jîyanê Mane


Penaberên Sudana Başûrî
Penaberên Sudana Başûrî

Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje, 300 hezar kes li Sudana Başûr bê “alîkarîya parastina jîyanê” mane, piştî ku şer zor li rêxistinên alîkarîyê kir ku ji bajarê Leer derkevin.

Vekêşana rêxistinan di vê demê de hat, piştî zêdebûna asta şer û pevçûnan di navbera hêzên hikûmetê û serhildayên dijî wan de.

NY roja Înîyê hişyarî da ku tundîya dora 100 hezar kesan neçar kiriye ku ji malên xwe birevin.

Îro Duşemê jî, NY ragihand ku hemû rêxistinên nehikûmî û ajansên NY karmendên xwe ji Leer û deverên din vekişandine.

Di nav van rêxistinan de, Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor û Doktorên Bê Sînor cih digirin.

Ev bûye salek e ku şer Sudana Başûr di navbera hêzên ser bi Serok Salva Kiir û yên ser bi cîgirê berê yê serokê Riek Machar de berdewam dike.

XS
SM
MD
LG