Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Başûrê Sudan Di Encama Ketina Balafirekê De 32 Kes Mirin


Ciyê ku Balefir lê ketîya xwar- Başûrê Sudanî - Balefirxaneya Juba.
Ciyê ku Balefir lê ketîya xwar- Başûrê Sudanî - Balefirxaneya Juba.

Balafireke li başûrê Sudan ket yekser piştî firîna wê ji firokxaneya Juba, û di encamê de bi kêmanî 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berpirs dibêjin zarokek zindî hate dîtin di nav rêwiyên balefirê de.

Raport radighînin ku balaefira Anonov ya ji çêkirina Rûsî, tenê 800 metir dûrî meydana firîna xwe ket li cihekî bi dar li perava çemê Nîlê Sipî.

Ne diyare ta niha eger hemî qurbanî rêwîyên balafirê bûn, an hinek ji wan li erdê bûn cihê ku balafir lê ketî.

Ajansa Reuters ragihand ku, 18 kes di balafirê de tevî 6 endamên tîma balefirê jiyana xwe jidestdan.

Tîm pêk hatibû ji 5 Ermeniyan û yekî Rûs, hemiyan jiyana xwe ji dest dan.

XS
SM
MD
LG