Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Bo Dîtina Rojnamevanên Hinda Alîkarîya Hikûmeta Sûrî Dixwaze


Bajarê Helebê
Bajarê Helebê

Îspanya îro Çarşemê dibêje, ew hewil dide ku ron bike çi hatiye serê 3 rojnamevanên Îspanî ku li nêzîkî Helebê hinda bûne.

Wezîrê Dadê Rafael Catala ji radyoya Îspanî Cadena SER re got ku di destê hikûmetê de ti agahî li ser 3 rojnamevanên hinda tuneye.

Catala da zanîn, ewê peywendî ligel hikûmeta Sûrî bikin ku hewil bidin agahî li ser rewşa rojnamevanan bizanin.

Rêxistineke rojnamevanî ya Îspanî do ragihandibû ku rojnamevanan Antonio Pampliega, Jose Manuel Lopez û Angel Sastre hinda ne û ji 13ê Tîrmehê vir ve ti agahî li ser aqubeta wan dest neketine.

Tê bawer kirin ku her sê rojnamevan bi hevre çûne Sûrîyê ku şerê navxweyî bişopînin.

XS
SM
MD
LG