Pêncşem, 24 Meha Heft, 2014 Demê Xwecihî 19:00

Tirkîye

Jan Dost li Stenbolê Konferansek Pêşkeş Kir

Jan DostJan Dost
x
Jan Dost
Jan Dost
Romanivîsê Kurd Jan Dost, do Yekşemê, roja dawî ya Pêşengeha Pirtûkan ya Stenbolê ji xwendevanên xwe re konferansek pêşkeş kir. 

Konferansa nivîskar ya li ser babeta ‘Ziman, Dîrok û Nasname’, bi rêvebirîya rexnegirê edebîyata Kurdî Alî Fikrî Işik, ji alîyê Weşanxaneya Avesta ve hate saz kirin.

Jan Dost, jibo netewan girîngî û girêdana dîrokê bi ziman re bibîr xist û sedema ku di berhemên xwe de giranî daye vê babetê rave kir. Wî got, di jîyana her miletî de çand, rabûn, rûniştin, adet anku hemû jîyana berê, di dîrokê de hatine parastin.  

Nivîskarê Kurd, sedemên ku dîroka Kurdan ya berê bi Farisî û Erebî hatiye nivîsîn bi mînakên dîrokê rave kirin. Dost destnîşan kir ku jiber ku Kurdî zimanê  dil û hestan bûye, ew nebûye zimanê mêjî û aqil.

Jan Dost, dîyar dike ku, ziman û dîrok du stûnên bîngehîn in ku nasname xwe dispêre wan e. Ew dibêje, Kurd piştî sedsala 20’an bêhtir li dîrok û nasnameya xwe xwedî derdikevin, ber bi dîrok û zimanekî hevpar ve diçin.

Raport
Raporti
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
24.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.