Pêncşem, 23 Meha Deh, 2014 Demê Xwecihî 09:04

Tirkîye

Dr. Ustundag: Êdî Fantezîya Biratîya Gelan Dawî Bûye

Nazan Ustundag.Nazan Ustundag.
x
Nazan Ustundag.
Nazan Ustundag.
Doç. Dr. Nazan Ustundag, di panela ku do Yekşemê li “Weqfa Îsmaîl Beşîkçî” pêk hat de, dîyar dike ku fantezîya biratîya gelan bi dawî bûye û lazim e her kes bi konsepteke nû li ba têkoşîna Kurdan cî bigirin.

Kovara ‘Toplum ve Kuram’ (Civak û Bîrdozî), ku salê bi du hejmaran dosye û nivîsên lêkolînî li ser pirsa Kurd amade dike, bi beşdarîya Mamosteya Beşa Sosyolojîyê ya Zanîngeha Bogazîçî’yê, Doçent Dr. Nazan Ustundag panelek saz kir.

Nazan Ustundag di panelê de li ser babeta piştî dawîbûna greva birçibûnê ya girtîyên Kurd, hêvî û bendewarîya sîyasî jibo çareserîya pirsa Kurd li Tirkîyê peyîvî.  

Dr. Ustundag got, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), tevî ku hin mafên Kurdan dide jî, wan mafan paşve distîne û xweparastina bi zimanê dayikê jî mînaka wê ya herê dawî ye.

Xanim Ustundag dîyar kir ku fantezîya bi navê biratîya gelan êdî bi dawî bûye û divê li şûna wê konsepteke nû derkeve holê ku girîngî dide têkoşîna bi hevkarîya Kurdan.

Raport
Raporti
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connectioni
X
11.10.2014 18:00