Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu: Qedera Kurdên Sûrîyê Qedera Me ye jî


Wezîrê Derve yê Tirkîyê, Ahmet Davutoglu dibêje, ‘Qedera Kurdên Sûrîyê qedera me ye jî’ û daxwaz dike ew jî beşdarî Koalîsyona Hêzên Opozîsyona Şoreşa Sûrîyê bibin.

Wezîrê Derve yê Tirk, do Yekşemê li ser budçe û sîyaseta Wezareta Derve, li parlamenê gotarek pêşkeş kir.

Davutoglu, bendewarîya xwe jibo beşdarbûna Kurdên Sûrîyê ya nav koalîsyona opozîsyonê bilêv kir.

Wî herwiha îdia kir ku Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD), hevkarîya deshilatîya Serokê Sûrîyê Beşar Esed dike, loma jî ew li dijî wê partîyê ne.

Li gor gotûbêjên dawî, karbidestên hikûmeta Tirkîyê, niha li ser rewşa Kurdên Sûrîyê hinekî nermtir bûne ku dixwazin wekî miletekî ew jî di nav dahatûya Sûrîyê de cî bigirin.


please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG