Çarşem, 20 Meha Heşt, 2014 Demê Xwecihî 16:26

Herêmên Kurdan

Tahîr Baykuşak: Kurd Dersên Bijarte Têr Nabînin

x
Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê (Egitim Sen), bi navê ‘Komcivîna Perwerdeya Demokratîk’ li Şanogeha Kenter ya Stenbolê sempozyûmek saz kir.

Serokê Egitim Sen yê Şaxê 3’yan Huseyin Tosu, da zanîn, armanca wan bi vê sempozyûmê danîna bingeha perwerdehîya pirzimanî û zimanê dayikê ye li Tirkîyê, ku perwerdekar jî karibin xwe jê re amade bikin.

Mamosteyê zimanê Kurdî li Zanîngeha Bogaziçi Mehmet Şerîf Derînce, derbarê nîqaş û nirxandinên sempozyûmê de, ji Dengê Amerîka re dibêje, ku bi vê sempozyûmê derfeta wan çêbûye bi awayekî rexneyî rewşa nebaş ya zimanên kêm netewên Tirkîyê gotûbêj bikin.

Mamosteyê dersên bijarte yên Kurdî li Stenbolê Tahîr Baykuşak jî sempozyûm ji Dengê Amerîka re nirxand. Ew, bibîr dixe ku Kurd dersên bijarte yên hefteyê 2 demjimêran têr nabînin û pêdivîya fêrkirina zarokan ya bi duzimanî bilêv dike.

Raport
Raporti
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Rêkxistina şîroveyan
Di vê forumê de şîroveyan binivîse (1)
Şîrove
     
Nivîser: Pedar Ji: Duhok
06.01.2013 12:03
Raporeke baş e. Supas. Tirkîye gerek e mafê perwerda Kurdî qebîl bike, çi rêke din nîne.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection #119i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
19.08.2014 14:27