Yeşem, 20 Meha Çar, 2014 Demê Xwecihî 07:05

Tirkîye

Rojbûn û Yeksalîya Weqfa Beşîkçî Hate Pîroz Kirin

x
Mezinahîya nivîsê - +
— Yeksalîya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (IBV), ku sala par di rojbûna Sosyolog Dr. Îsmaîl Beşîkçî de, anku 7’ê meha yekê sala 2012’an li Stenbol’ê hatibû ragihandin, bi şevekê hate pîroz kirin.

Ahenga damezirandina weqfê û rojbûna mamoste Beşîkçî ya 74 salîyê, do evarê li hola avahîya weqfê, bi beşdarîya gelek nivîskar, rewşenbîr û kesîtîyên civakê pêk hat.

Serokê Weqfa Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz, di şevê de dide zanîn, xwendekar û akademîsyen ji her alîyê dinyayê tên ji pirtûkxaneya Beşîkçî sûde distînin. Ew, dibêje, dixwazin di rojên pêş de enstîtuya Îsmaîl Beşîkçî ya Zanyarîyên Sîyasî û Civakî ya li ser Kurdolojî û Kurdistanê xebatan bike jî ava bikin.

Rêvebirê Weqfa Beşîkçî û xwedîyê Weşanên Perî Ahmet Onal bibîr dixe, Kurd deyndarê Mamoste Beşîkçî ne ku di ber wan de gelek xebatên zanyarî kirine.

Raport
Raporti
|| 0:00:00

X
Şîrove

Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
19.04.2014

Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir.

Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.