Çarşem, 16 Meha Çar, 2014 Demê Xwecihî 00:11

Tirkîye

Erdogan: Êrîşa Balyozxana Amerîkî Karê DHKP-C ye

Recep Tayyip ErdoganRecep Tayyip Erdogan
x
Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan
Mezinahîya nivîsê - +
— Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, li ser peqîna xwekujî ya li pêş balyozxaneya Amerîka li Enqerê dibêje, bi awayekî zelal dîyar bûye ku karê rêxistina Partîya Rizgarîya Gel ya Şoreşger- Enî (DHKP-C) ye.

Serokwezîr Erdogan, do êvarê di bernameyeke televîzyonê de, derheqê pêqîna balyozxaneya Amerîka li Enqerê peyîvî.

Serokwezîr Erdogan, sersaxîya malbata nobedarê balyozxanê ku di encama peqînê de hate kuştin dike û jibo rojnamevana birîndar Dîdem Tuncay ku li nexweşxanê tê derman kirin şifayê dixwaze. Ew, dibêje, şanikek di serê xwekuj de heye ku nasnameya wî bi awayekî zelal dîyar dike.

Birêz Erdogan, herwiha li ser gumanbarîya Sûrîyê di vê peqînê de, dide xuya kirin, ew îhtimalê nade ku têkilîya Sûrîyê tê de hebe.

Serdozgerê Komarî yê Stenbolê Turan Çolakkadi, do Înîyê piştî peqîna Enqerê derheqê rexneyên girtina parêzerên têkildarî rêxistina DHKP-C û rewşa doza wan, derkete pêş rojnamevanan.

Birêz Çolakkadi, dîyar dike, wan bi operasyonan pêşîya berdewamîya sûîqestên rêxistina girtîye ku wê rêxistinê di nav 6 mehan de 3 polîsen wan  kuştine.

Karbidestên ewlehîya bajarê Ordu’yê û karmendên Îstixbarata Fermandarîya Jendermeyan, her ku bi fermî nehatibe eşkere kirin jî, piştî dîyarbûna navê xwekuj, li bajarê Ordu navçeya Gurgentepe çûn bi malbata êrîşkar re hevdîtin pêk anîn.

Bavê Ecevît Şanli dibêje, ji dema çûyîna wî vir ve ku 15 sal in, min tu agahî jê nestandîye.

Piştî peqîna li balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê, hêzên ewlekarîyê hê jî tedbîrên xwe yên pêdivî distînin ku alên konsûlxaneyê jî bi mebesta şînê hatine daxistin.

Walîtîya Enqerê jî îro Şemîyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand. Wê got, di vêkolînên pisporên bombeyan de derketiye holê 6 kîlo teqemenîya TNT hatiye bikar anîn ku bi mekanîzmeyeke elektronîkî hatiye peqandin.

Di daxuyanîyê de tê gotin, herwiha bombeyeke destavêj jî dema êrîşê hatiye peqandin.

Dîsa tê ragihandin, endamê rêxistina DHKP-C Ecevît Şanli, sala 1997’an jî bi sîlehên agirpij êrîş biriye ser Avahîya Artêşê ya Harbîye ku li Stenbolê ye.

Raport
Raporti
|| 0:00:00

X
Ev forume hate girtin.
Şîrove

Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
15.04.2014

Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir.

Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.