Sêşem, 22 Meha Heft, 2014 Demê Xwecihî 09:22

Tirkîye

Hasîp Kaplan Êrîşa li Dijî Parlamanterên BDP’ê Dinirxîne

Parlamenter Hasîp KaplanParlamenter Hasîp Kaplan
x
Parlamenter Hasîp Kaplan
Parlamenter Hasîp Kaplan
— Parlamentarên Partîya Aştî Demokrasîyê (BDP) ku ligel şandeya Kongra Demokratîk ya Gelan (HDK),  jibo vegotina pêvajoya çareserîyê serdana bajarên Herêma Behra Reş li Tirkîyê dikirin, roja Duşemê li bajarê Sînopê rastî protesto û êrîşa grûbên neteweperest hatin.

Şandeya ku ji parlamentarên BDP’ê Sebahat Tuncel, Levent Tuzel, Sirri Sureyya Onder û Ertugrul Kurkçu pêk dihat, dema ji bajarê Çorûmê derbasî Sînopê bûn, li wir ji alîyê grûbeke neteweperest ve hatin protesto kirin û rastî êrîşê hatin.

Heyeta BDP û HDK’ê piştî êrîşê biryar girt serdana xwe berdewam bike ku îro Sêşemê jî li bajarê Samsûnê danûstandinan dikin.

Parlamentarê Şirxnexê yê BDP’ê Hasîp Kaplan, ji Dengê Amerîka dibêje, berîya ku serdana BDP û HDK’ê destpê bike bi hefteyekê hatîye ber guhê wan ku wê provokasyon pêk werin, lê karbidestên hikûmetê û rêveberîya bajarê Sînopê pêşîya wê negirtine.

Birêz Kaplan, li ser şandeya ku li girava Îmralîyê here serdana rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî dide xuya kirin ku ew hêvî dikin di nav du sê rojan de ev hevdîtin pêk were.

Raport
Raporti
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
21.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.