Pêncşem, 24 Meha Çar, 2014 Demê Xwecihî 10:04

Tirkîye

Li Tirkîyê Gotûbêj li Ser Pêvajoya Îmrali'yê Berdewam in

x
Mezinahîya nivîsê - +
— Partîyên sîyasî yên li Parlemana Tirkîyê roja Sêşemê di gotarên grubên xwe de, Pêvajoya Îmrali’yê ku hevdîtin bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re tên kirin, nirxandin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di axaftina xwe ya parlamanê de, got ku em neteweperwerîya li ser qoqê serîyan anku kiloxan qebul nakin.

Birêz Erdogan, jibo rawestandina xunrijandinê ji Partîya Gel ya Komarî (CHP), Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) û BDP’ê dixwaze berpirsîyê bigirin ser xwe da ku peşkên wê xunnê li wan nekevin.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş jî dide zanîn, ew jibo ku pêvajo veguhere muzakereyan û aştîyeke mayînde pêk were, xebatên xwe berdewam dikin ku bendewarîya gel û bîragiştî jî hesreta aştîyê nîşan dide.

Hevserokê BDP’ê herwiha li ser Pêvajoya Îmrali’yê rexneyê li hikûmeta AK Partîyê digire ku çima xwe dixe navenda pirsê û bi pirsnameyan hesabê hilbijartinan dike.

Demirtaş dibêje, hesabên AKP’ê wan dixe metirsîyê ku xala diduyan ya metirsîyê jî hîn hikûmetê nexşerîya xwe ya pêvajoyê zelal nekirîye.
Raport
Raporti
|| 0:00:00

X
Şîrove

Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
23.04.2014 14:00

Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir.

Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.