Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Sedsalîya Kovara Rojî Kurd Li Stenbolê


Bi hevkarîya Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê û Koma Kurdolojî’yê ku li Stenbolê xebatên xwe dike, bi mebesta sedsalîya Kovara Rojî Kurd û jinûve weşandina wê konferansek hate lidarxistin.

Konferans roja Şemîyê li Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê, bi sernavê ‘Di Sedsalîya Weşandina Rojî Kurd de, Çapemenîya Kurdî ya Osmanî’ digel beşdarîya zimanzan, dîroknas, nivîskar û akademîsyenan ku gotarên xwe pêşkeş kirin bi rêve çû.

Mamosteya Dersa Bijarte ya Zanîngeha Bilgi Ronayî Onen, li ser birêveçûna vê konferansê û naveroka wê ji Dengê Amerîka dibêje, ‘Armanca me ji vê konferansê bîranîn û nasandina nivîskar û rewşenbîrên Kurd yên destpêka sedsala bîstan bû.’

Ji Koma Xebata Kurdolojîyê Mesûd Serfiraz ku amadekar û beşdarê vê konferansê bû, Koma Kurdolojîyê, jinûve çapkirina Kovara Rojî Kurd û sazkirina vê konferansê ji Dengê Amerîka re dinirxîne. Ew, dide xuya kirin, koma wan ji dîrokzanên demokrat û bê alî pêk tê ku ji sala 2003’yan ve xebatên xwe berdewam dikin.

Yek ji beşdarê konferansê Birêvebirê Nivîsînê yê Kovara Qedîmeyê Kurdî li Hewlêr, Ebdula Zengene jî ji Dengê Amerîka re hestên xwe yên derbarê vê konferansê vedibêje ku dide zanîn babetên gelekî girîng lê hatine gotûbêj kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG