Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatoreke Din ya Demorkat Piştgirîya Xwe bo Rêkeftina ligel Îranê Dîyar Dike


Senatoreke din ya Demokrat îro Duşemê piştgirîya xwe Serok Barack Obama bo rêkeftina navokî ya ligel Îranê ragihand.

Senatorê eyaleta Michigan Debbie Stabenow ragihand ewê bo piştgirîya rêjeftina navokî dengê xwe bide.

“Ez giheştim wê biryarê ku tevî kêmahîyên heyî, her rengekî rêkeftineke navokî ya navnetewî ji gefa hebûna Îranê ya çekên navokî girîngtir e. Jiber vê sedemê, divê ez pitgirîya rêkeftionê bilin,” Stabenow di daxuyanîyeke nivîskî de got.

Di dawiya danûstandinan de li nîvê Tîrmehê, Kongresê dest bi pêdaçûneke 60 rojan kir ku tê de dikare rêkeftina ligel Îranê qebûl yan jî red bike.

Hêjayî bîrxistinê ye, Komarî kontrola di her du civatên Kongresa Amerîkî di destê xwe de digirin û ew bi tundî dijberîya wê rêkeftinê dikin.

Di nav Demorkatan de jî jimareke senator nerazîbûna xwe hember wê dîyar dikin ku ew jî jibo Serok Obama xemeke mezin e çimkî ew pêdivî bi piştgirîya endamên Demokrat heye da ku nehêle her du civat vetoya wî jî red bikin.

Di Civata Senatoran de Komarî xwedî 54 ji 100 kursîyan in û ewê hewceyî 13 dengên Demokratan bin ku bikaribin rêkeftinê red bikin.

XS
SM
MD
LG