Pêncşem, 31 Meha Heft, 2014 Demê Xwecihî 15:34

Tirkîye

Berfê li Stenbol’ê Jîyana Rojane Rawestand

x
— Bi barîna berfê û xerabûna rewşa hewayê re, li bajarê herî mezin yê Tirkîyê, Stenbol’ê jîyana rojane hate asta rawestanê.

Li bajêr bi sedan qezayên trafîkê pêk hatin, rêyên mezin xetimîn û kesên xwestin herin malên xwe jî bi seetan li ser rêyan asê man.  

Do Pêncşemê, ji sibê ve şilîya berfê destpê kir ku jîyana rûniştvanên Stenbol’ê ku xwedî serjimarîyeke bêtirî 13 milyon kes e, asteng kir.

Jiber ku berfê ji nişka destpê kir, rêyên mezin yên hatin-çûnê xetimîn û bi hezaran kes jî ligel trombîlên xwe, demên dirêj di rêyan de asê man.

Dîsa helîkoptêreke taybet, jiber hêza bayê û barîna berfê, neçar ma ku bi lezgînî li perava behrê ya navçeya Sarîyer’ê deyne.

Walîtîya Stenbol’ê radigihîne ku perwerdeya li dibistanên serekî û navîn jiber rewşa nebaş ya hewayê jibo rojekê anku îro Înîyê hatîye sekinandin.

Karbidestên hewayê jî hişyarîyê didin welatîyan, bi taybetî jî ajovanan da ku jiber qeşemgirtina rêyan û xurtbûna hêzbûna bayê tedbîrên xwe bistînin.

ST_12_21_12
ST_12_21_12i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
31.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.