Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê li Sudana Başûr li Dervayê Paytaxt jî Belav Bû


Şerê li Sudana Başûr ku roja Yekşemê destpê kiribû, li deverên dervayê paytaxt jî belav bû.

Karbidestên hikûmetê dibêjin, hewleke darbeyeke leşkerî li dijî hikûmetê hate kirin.

Nûnertîya NY ya li Sudana Başûr ragihand ku li bajarê Bor şerên giran qewimîn û dora çar seet berdewam kir. NY da zanîn ku nêzîkî 1.000 sîvîl xwe spartin weşartgehekê.

Hate ragihandin ku li bingehele leçkerî ya bajarê Torit ya başûrê rojhilata paytaxt Juba jî pevçûnên giran qewimîn.

Fermandarê Hêzên Aştîparêz yên NY Herve Ladsous do Sêşemê ragihand ku li gor agahîya nexweşxaneyên xwecîhî, herî kêm 400 kes li wî welatî hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG