Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Wê Dora 80,000 Penaxwazan Dersînor Bike


Swêd dibêje, ew hazirî dike ku dora 80,000 penaxwazan dersînor bike ku sala borî hatibûn wî welatî.

Swêd dibêje, sala çûyî bi giştî 163,000 penaxzwaz ji welatên qada şer yên wek Sûrîye, Îraq û Afganistanê hatin.

Wezîrê Navxweyî yê Swêdê Anders Ygeman îro Pêncşemê ji rojnameyeke Swêdî re li ser kêçeya penaxwazan axifî.

Wî got, nêzîkî 80,000 penaxwaz wê bêne dersînor kirin jiber ku serlêdana wan ya penaxwazî nehatin pejirandin.

Ygeman da zanîn ku kesên ku nehatine pejirandin dikarin bi dilê xwe Swêdê biterkînin, eger ne, ewê bi zorê ji welatên xwe re bêne şandin.

Swêd yek jî wan welatana bû ku pêlên mezin yên penaxwazan, jiber qanûnên wê yên hêmbezkar çûbûn wî welatî. Stockholm, piştî hatina gelek penaxwazan neçar mabû ku kontrola ser sînorên deyne xurtir bike.

XS
SM
MD
LG