Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swed ji Tirkîyê Alîkarî Dixwaze ku Hemwelatîyên Wê Beşdarî DAIŞ Nebin


Bajarê Bodrum
Bajarê Bodrum

Ajasna Reuters di raporteke xwe de radigihîne ku Swêd ji Tirkîyê dixwaze 3 hemwelatîyên wê bibîne ku hewil didin herin Sûrîyê û tev li mîlîtanên DAIŞê bibin.

Karbidestên Swêdî ji Reuters dibêjin, Mohamed Qadar, Yasmin Ahmet û Abdelmoumnne Amin Ghezali berê jî du caran hewil dabûn ku derbazî Sûrîyê bibin, lê ew hatibûn desteser kirin.

Karbidestên Tirk jî didine zanîn ku sê hemwelatîyên Swedî di 12 Gulanê de hewil dan ku ji ser girava Kos ya Yunanistanê, lê ew paşve hatin şandin.

Karbidestên Swêdî li ser agahîyên wan yên medya civakî, guman dikin ku her sê kes niha li bajarê Bodrumê ne, lê Tirkîyê dibêje ew hîn li Kos in.

XS
SM
MD
LG