Yeşem, 19 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 16:19

Sûrîye

Xaça Sor Tundûtûjîya Sûrîyê Wek Şerê Navxweyî bi Nav Kir

x
Mezinahîya nivîsê - +
16 mehan piştî serhildana Sûrîyê, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor roja Yekşemê bi fermî tundûtûjîya wî welatî wek şerê navxweyî bi nav kir.  

Bi vê ragihandinê jî, tundûtûjîya Sûrîyê ber bi qonaxeke nû diçe û divê her kiryareke leşkerî û çekdarî li gor qanûnên navneteweyî yên mirovatî û şerî be.

Qanûna şerî mafê dide hemû alîyên beşdar di tundûtûjîyan de hêzê bikar bînin, lê belê cûrê hêz û awayê bikaranîna hêzê sînordar dike. 

Her alîyek qanûna şerî binpê bike, dibe ku bi tawana şerî bê xetabarkirin, bi taybet eger êrîşa kesên sivîl bikin û girtîyan bikujin yan îşkence bikin.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--