Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdildayên Sûrî Bingeha Mastumah ya Îdlibê ji Destê Rejîmê Derxistin


Şervanên Ehrar el-Şam li Îdlibê
Şervanên Ehrar el-Şam li Îdlibê

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Sêşemê radigihîne ku serhildayên Sûrî bingeha leşkerî ya Mastumah li bajarê Îdlib xistin bin kontrola xwe.

SOHR dide zanîn ku Mastumah bingeha leşkerî ya herî dawî ye ku di destê rejîma Esad de maye û hevalbenda El Qaydê li Sûrîyê, El Nusra jî di nav wan komên serhilda de ye.

Bi hindakirina Mastumah, tenê çend deverên biçûk yên Îdlibê di destê rejîma Esad de dimînin.

Rêvebirê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan Rami Abdel Rahman ji AFP re got ku hemî hêzên rejîmê ji bingeha leşkerî ya Mastumah vekişîne û ew temamî ji şervanên serhilda re hiştine.

Rahman ragihand ku piştî serhildayan bingeh xist bin kontrola xwe peqîneke mezin qewimî, lê wî ti hurgilîyên din nedan.

XS
SM
MD
LG