Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

25 Parlamanterên Yunanî ji Partîya Syriza Vediqetin


Endamên çepgerên tundrê yên partîya Syriza ya serokwezîr Alexis Tsipras ji partîya xwe cihê bûn, piştî ku hewla wan ya astengkirina paketa bi şert ya Banka Navendî ya Ewrupî (European Central Bank) serketî nebû.

25 parlamanter îro Înê ragihand ku ewê partîyeke nû ya bi nave Partîya Yekîtîya Gel damezrînin ku di parlemamana 300 kursîyê de wê bibe partîya herî mezin ya sisêyan.

Endamên Partîya Yekîtîya Gel ew kes in ku ji helwesta Tsipras eciz in, piştî ku wî li soza xwe ziviribû û hember deynên nû, şertên giran yên Yekîtîya Ewrupa qebul kiribû.

Birêz Tsipras ku do karvekêşana xwe dabû, biryar da ku di 20ê Îlonê de hilbijartinên pêşwext bêne kirin.

XS
SM
MD
LG