Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorekî Din yê Demokrat Piştgirîya Xwe bo Rêkeftina Navokî Radigihîne


Senator Tom Carper
Senator Tom Carper

Senatorê Demokrat Tom Carper ji eyaleta Delaware bû senatorê 30'yê ku piştgirîya xwe bo rêkeftina navokî ya ligel Îranê eşkere kir.

Daxuyanîya Carper ji Qesra Spî re mizgînîyeke xweş e jiber ku bi piştevanîya wî, tenê 2 dengên din jibo hejmara pêdivî dimîne.

Di Civata Senatoran de 34 deng hewce ye ku di dema pêşnîyara redkirina rêkeftinê de, mafê veto yê Serok Obama biparêzin.

Eger Demokrat bikarin 41 dengan misoger bikin, hîngê pêşnîyara redkirina rêkeftina navokî pûç dibe û naçe pêş Obama.

Tevahîya Senatorên Komarî li dijî wê rêkeftinê ne û heta niha 2 Demokrat eşkere kiriye ku ewê piştgirî nedin rêkeftinê.

XS
SM
MD
LG