Pêncşem, 02 Meha Deh, 2014 Demê Xwecihî 08:26

Cîhan

Pakistan Qayil Dibe ku Jimareke Girtîyên Talîbanê Azad Bike

Çekdarên TalîbanêÇekdarên Talîbanê
x
Çekdarên Talîbanê
Çekdarên Talîbanê
Pakistanê qebûl kirîye ku hinek girtîyên Talîbanê yên Afganî berde, li vê demê ku danûstandinên ligel endamên Konseya Bilind ya Aştîyê li Afganistanê berdewam dikin.

Ev bûye demeke dirêj ku Afganistan dixwaze xwe bigihîne wan girtîyan da ku piştgirîyê bide prosesa aştîyê.

Ne dîyar bû çend yan jî kîjan girtî dê werin berdan.

Serekê Konseya Aştîyê Selahedîn Rebbanî niha jibo danûstandinên ligel karbidestên payebilind li Pakistanê ye.

Birêz Rebbanî ligel Serok Asif Alî Zerdarî, Serokwezîr Raja Pervez Eşref û serbazê payabilind yê artêşê Aşfaq Pervîz Kayanî kom dibe.

Serokwezîrê Pakistanê gote şandeya Afganî ku rêkeftineke giştî heye ku divê her du welat hevre jibo aştîya herêmê kar bikin.

Serokê Pakistanê Asif Alî Zerdarî jî soz da ku piştgirîya hewildanên Afganistanê yên aştîyê bike.

Birêz Zerdarî got, Afganistaneke aştîyane û aram jibo aramî û pêşveçûna Pakistanê bixwe girîng e.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection #125i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
27.09.2014 20:23