Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya Navbera Rûsya û Tirkîyê Kûr Dibe


Wezareta Derve ya Tirkîyê got, Enqerê bang li balyozê Rûsya kirîye da ku derbasbûna firokeyeke şer ya Rûsya li nav esmanî Tirkîyê protesto bike.

Daxuyanîyeke wezaretê got, firokeya Rûsyayê esmanê Tirkîyê li nêzîk bajarokê Yayladagi ya stana Hatay li ser sînorê Sûrîyê, derbas kir. Li gor daxuyanîyê, bûyer roja Şemîyê pêk hat.

Îro Duşemê jî, artêşa Tirkîyê got ku firokeyek MIG-29 rê li ber du firokên F-16 yên Tirkîyê bo dema 5 deqeyan do Yekşemê girt.

Di daxuyanîyeke kurt de, artêşê got ku bûyer li nêzîk tixubê Tirkîye û Sûrîyê çê bû, dema ku 10 firokeyên F-16 yên Tirkîyê çavdêrîya sînor dikirin.

Artêşa Tirkîyê got, ew nizane ev firokeyên MIG-29 yên kîjan welatî ne.

Li Moskowê, Dmitry Peskov, berdevkê Serok Vladimir Putin ji rojnamevanan re got ku Rûsya berê xwe dide van raportan da ku piştrast bike ku bi rastî bûyer qewimî ye.

Ev herdu bûyer tên holê, li vê dema ku Tirkîyê xembarîya xwe derbarê êrîşên esmanî yên Rûsya li Sûrîyê tîne ziman. Li Sûrîyê, Tirkîye û Rûsya xwedî du helwestên cuda ne.

Rûsya piştgirîya Serok Beşar Esad dike û Tirkîyê jî dixwaze Esad ji desthilatê dakeve.

XS
SM
MD
LG