Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Derbazbûna Firokên Rûsî li Ser Qada Xwe ya Esmanî Protesto Dike


Tirk operasyonên Rûs li Sûrîyê protesto dikin
Tirk operasyonên Rûs li Sûrîyê protesto dikin

Tirkîye îro Duşemê Moskow protesto kir ku firokên wê yên F-16 li ser esmana sînorê Sûrîyê, bê destûra wê ketibû nav qada wê ya esmanî.

Enqerê got ku hêzên wê yên esmanî firokên Rûs neçar kir ku paşve vegerin.

Artêşa Tirk herwiha ragihand ku 2 jetên wê ji alîyê firokên MIG-29 yên Rûsî ve li ser esmana Sûrîyê hatin eciz kirin.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu got, kî ku sînorê me derbas bike, dîyar e emê bersîveke çawa bidin.

"Me ferman daye hêzên çekdarî ku kesên ku qada me ya esmanî binpê bike rawistînin," Davutoglu got.

Davutoglu bi berdewamî got ku kanala wan ya ragihandinê bi Rûsya vekirî dimînin û ew bi hêvî ne ku Moskow dest ji reftarên wiha çewt berde.

XS
SM
MD
LG