Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdaran li Bexda 18 Karkerên Tirk Revandin


Avahîya ku karker lê hatin revandin
Avahîya ku karker lê hatin revandin

Çekdarên ku kincên leşkerî li xwe kiribûn îro Çarşemê, li Baxda 18 karkerên Tirk revandin.

Karkerên revandî jibo şîrketa Nurol Inşaat ya avakirinê dixebitin ku li taxa Habibiya ya Şîayan stadyumeke futbolê ava dikirin.

Çekdaran dora demjimêr 3ê sibê derî şikandin û zerevanan bê bandor kirin û karkerln Tirk birin cîhekî nedîyar.

Heta niha ti agahî belav nebûn ku kê ew kiryar, jibo çi sedemê kiriye.

Cîgirê Serokezîrê Tirkîyê Numan Kurtulmus got ew ligel karbidestên li Îraqê di nav peywendîyê de ne.

XS
SM
MD
LG