Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Treneke Rêwîyan li Nêzîkî Philadelphia Vergerîya, Kuştî û Birîndar Hene


Bajarvanê Philadelphia Michael Nutter of dibêje, di encama qazayeke trenê de 5 kes hatin kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Trena Amtrak ya rêwîyan ku ji Washingtonê dihat û ber bi New Yorkê ve diçû, do êvarê ji hesinrê derket û vergerîya.

Karbidest dibêjin, di nav trenê de 243 nefer hebûn û ew hin jî hewil didin ku sedema rûdanê fem bikin.

Piştî bihîstina bûyerê, pirtir jî 200 agirkuj û polîs herikîn cîhê qazayê û bi çirayên destan li wan rêwîyan gerîyan ku di bin hesinan de mane.

Dîmenên televîzyonê nîşan dida ku gelek rêwî di nav xunan de ne û û hinek ji wan bi giranî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG