Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Qazayeke Trenê de 8 Kes li Almanya Hatin Kuştin, Sedan Kes Birîndar Bûn


Polîsên Almanî dibêjin, di qazayekê de du tren li hev qelibîn û herî kêm 8 kes di encamê de li başûrê wî welatî hatin kuştin.

Karbidest didine zanîn ku di bûyerê de bi sedan kesên din jî birîndar bûn.

Kompanya trenan Meridian got, du ji trenên wan, li navbera Kolbermoor û Bad Abling ya 60 km başûrê rojhilat tev li rûdaneke giran bûn.

Karbidestên polîsan didine zanîn ku saxlemîya 50 ji birîndaran di rewşeke xeter de ye.

Heta niha dîyar nebû ku sedema qazayê trenê çi ye.

XS
SM
MD
LG