Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îstasyona Trenê ya Budapeşt Careke din Vedibe


Penaberên ku li Macaristanê asê mane, îro Pêncşemê diherikin îstasyona trenêyya Keleti li paytaxt Budapeşt, piştî ku karbidestên wî welatî careke ew îstasyon vekir.

Penaber bi hêvî ne ku bi rêya trenê xwe bigehînin welatên Yekîtîya Ewrupa, lê hîn jî ne dîyar e ku wê polîs bihêle ku ew herin Almanya yan ne.

Karbidestên Hungarî dibêjin ku hemî seferên trenên rojavayê Ewrupa hatin betal kirin.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro got, kêşeya penaberan ya li ser tixubê welatê wî ne problema Ewrupa ye, lê kêşeyeke Almanî ye, jiber ku penaber dixwazin herin wî welatî.

Orban got, Hungarya li gor rêbazên Ewrupî, hemî tiştên pêdivî li ser kêşeya penaberan kirine, lê penaberên ku hatine Macaristanê tenê dixwazin li Almanya cîh bibin.

XS
SM
MD
LG