Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Yunanî Tsipras Geşbîn e ku Rêkeftineke Nû Peyda Be


Tsipras îro li Parlemana Ewrupî dipeyîve Tîrmeh 8, 2015.
Tsipras îro li Parlemana Ewrupî dipeyîve Tîrmeh 8, 2015.

Serokwezîrê Yunanistanê Alexis Tsipras îro Çarşemê dibêje, ew geşbîn e ku di civîna vê hefteyê de ligel rêberên Yekîtîya Ewrupa rêkeftineke dawîn ya ser deynên nû peyda be.

Serokwezîr Tsipras di axaftina xwe ya li Parlemana Ewrupî berevanî li helwesta welatê xwe kir ku nexwest şertên giran yên dewletên Ewrupî, beramber wergirtina deynên nû, qebul bike.

Rêberê Yunanî herwiha got, barên hemî reformên ku bêne kirin, tenê ser milê gel nebin û karên nû biafrînîn.

Yunanistan îro Çarşemê bi fermi daxwazeke nû ya alîkarîya diravî ji welatên Ewrupî kir.

Serokê Konseya Ewrupî Donald Tusk Yunistan hişyar kir ku muhleta ku hate danan vê heftê dawî dibe û eger rêkeftinek peyda nebe, îhtîmala îflaskirina Yunanistanê heye.

XS
SM
MD
LG