Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Hember Armancên DAIŞê li Sûrîyê Êrîşên Esmanî Pêk Anîn


Tirkîye dibêje, firokên wê yên şer hember armancên DAIŞê yên li Sûrîyê êrîşên esmanî pêk anîn.

Firokên F16 ku ji bingeka leşkerî ya Dîyarbekirê rabûn, frmrkr zûtir ya vê sibehê êrîş bir ser hedefên DAIŞê yên li nêzîkî bajarê Kilîsê.

Li gor daxuyanîya ofîsa serokwezîrîya Tirkîyê, di wan êrîşan de navendeke DAIŞê û xaleke wan ya kûmbûnê hatin ruxandin û firok bê arîşe zivirîn bingeha leşkerî.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu got, wê hikûmeta li hember êrîşên Tirkîyê bê deng nemîne û dijî her kesekî ku gefan li ser sînorê bike, bersîveke tund bide.

XS
SM
MD
LG