Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî Roja Karkeran Girjî û Reqbûna li Tirkîyê Didome


Fotoyek ji pîrozbahîya sala çûyî li Meydana Taksîm
Fotoyek ji pîrozbahîya sala çûyî li Meydana Taksîm

Serokwezîrê Tirkîyê Ahmed Davutoglu hişyarî dide ku ewê rê nedin ti alozîyan, di vê demê de ku sendîkayên karkeran û sazîyên kedê hazirî dikin ku Yekê Gulanê sibe li Meydana Taksîm a Stenbolê pîroz bikin.

Rewşeke girj û req li Stenbolê heye jiber ku karbidestên dewletê qedexe kir ku li Qada Taksîmê pîrozbahîya Roja Karkeran bê kirin.

Pîrozbahîya Yekê Gulanê ya îsal du meh piştî qanûna ewlekarî ya nû tê ku di bîragiştî de bibû sedema nerazîbûnên mezin, bi sedema ku hêzên pir mezin dide polîsan û giwaştinên ser azadîya ramanê tengtir dike.

Walîyê Stenbolê Vasip Sahin îro Pêncşemê got, ewê nehêlin ku ti xwepêşandêr têkeve nav Qada Taksîmê.

Lê, nûnerên sendîkayan û bizavkaran pêgir in ku ewê sibe herin Taksimê û cejna xwe li wê derê pîroz bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye, di pîrozbahîyên salên borî yên Roja Karkeran de gelek pevçûn di navbera hêzên ewlekarîyê û xwepêşandêrên çepger derdikevin.

XS
SM
MD
LG