Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

OSCE: Her Du Alîyên Krîza Ukrayna Şertên Agirbestê Binpê Dikin


Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE) îro Pêncşemê got, her du alîyên krîza Ukrayna mercên rêkeftina agirbestê dişkînin.

Cîgirê Mîsyona Taybet ya Çavdêrî ya OSCE li Ukrayna Alexander Hug îro li Kîyevê got, her du alîyên kêşeya Ukrayna berdewam şerê hevdu dikin û çekên ku divêbû nêne vekêşandin bikar tînin.

Hug ragihand ku herêma Donbas region hîn jî aloz û bê îstiqrar e.

Amerîka û Yekîtîya Ewrupa Rûsya sûcdar dikin ku bi destkdayîna cudaxwazên li rojhilata Ukrayna, kêşeya li wî welatî kûrtir dike, lê wan îdiayana red dike.

XS
SM
MD
LG