Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşa Umpqua, Serok Obama Banga Guhertina Qanûnên Çekan Dike


Serokê Amerîka Barack Obama bi zimanekî xemgîn li ser êrîşa kujêr ya li eyaleta Oregon axifî û daxwaza xurtkirina qanûnên ser karanîna çekan kir.

Serok Obama di gotara xwe ya televîzyonî de daxwaz ji gelê Amerîkî kir ku giwaştin li ser Kongresê bike û qanûnên xwedîkirin û xebitandina sîlahan bîne asteke maqulane.

Serok got, gelek xwedîyê çekan ku rêz li qanûnan digirin jî nav de, piranîya gelê Amerîkî dixwaze ku qanûnên heyî bêne guhertin û kirîna sîlahan dijwartir be.

Serok bi berdewamî got, nêrîna ku dibêje “mirov bi çekan ewletir dibe” ne rast e û êrîşên komkujî yên wek Koleja Civakî ya Umpqua êdî nûne tiştên normal.

Obama daxwaz ji hilbijîêran kir ku di deman dengdanê de bi bîr bînin ku kî bervanî li qanûnên sîlahan dike, kî li dijî wan derdikeve.

XS
SM
MD
LG