Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Banga Demûdest Rawistandina Êrîşên Dijî Sîvîlên Afganî Dike


Sîvîlên Afganî dibin mezxurên êrîşên çekdarî
Sîvîlên Afganî dibin mezxurên êrîşên çekdarî

Neteweyên Yekbûyî (NY) banga rawistandina demûdest ya êrîşên dijî sîvîlan li Afganistanê dike.

NY kuştin û birîndarkirina bêtirî 100 kesan di du rojên dawî de şermezar dike.

Nûnerê NY li Kabulê Nicolas Naysom got, “jimara qurbaniyên sîvîl ne wekî tirsa ku ev bombe çêdikin. Ne wekî laşên parçekirî yên zarok, jin, keç, kur û bavan e. Ev in encamên rastîn yên van kiryarên terorîstî.”

Karbidestê NY got, kesên ev “tawana şer” kirine, divê werin muhasebe kirin.

Naysom herwiha ew êrîşên vê dawiyê wekî “kiryarên newêrek yên terorîstî” binav kir.

Di encama êrîşeke xwekuj de roja Yekşemê bi kêmî 33 kes li wîlayeta Xostê hatibûn kuştin ku 12 ji wan zarok bûn. Di heman rojê de, teqînek din li wîlayeta Kapsia qewimîbû û 12 kuştî li dû xwe hiştibû.

Do Duşemê jî teqînek li mizgeftekê li wîlayeta Baglan çêbû û di encamê de bêtirî 40 kesan birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG