Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî Rêkeftina ligel Îranê Erê Dike


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî îro Duşemê rêkeftina navokî ya bi Îranê erê kir û rê li ber rakirina toleyên aborî yên ser Îranê jî vedibe.

Hemî 15 nûnerên civatê bo piştgirîya rêkeftina hefteya borî deng dan ku ji alîyê pênc endamên herdemî yên Civata Ewlekarîyê Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya û Çîn û herwiha Almanya ve bi Îranê hatibû îmza kirin.

Pêşnîyara pejirandî ya Neteweyên Yekbûyî daxwaza rakirina toleyên aborî dike ku di sala 2006an de, bi armanca rêgirtina avakirina çekên navokî ji alîyê Tehranê ve hatibûn danan.

Civata Ewlekarîyê bi pêşnîyara qebûlkirî erk da Ajansa Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) ku pêngavên pêdivî yên bo piştrastkirin û çavdêrîkirina sozên Îranê bişopîne.

Civata Ewlekarîyê bang li Îranê jî kir ku bi hemî alîyan hevkarî ligel IAEA bike.

XS
SM
MD
LG