Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY ji Destpêbûna Agirbesta Mirovahî li Yemenê Dilgeş e


Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî destpêbûna agirbesta mirovahî li Yemenê bi germî pêşwazî kir û bang li hemî alîyan kir ku bihêlin av, xwarin, derman û şewit demûdest bigehijin sîvîlan.

Civata Ewlehîyê, piştî aktîfbûna agirbestê daxuyanîyek weşand û tê de herwiha bang li Sekreterê Giştî Ban Ki-moon kir ku bo çareserkirina kêşeya Yemenê konferansekê amade bike.

Di şerê li Yemenê de pirtir jî 1,500 kes hatine kuştin û bi sedean kesên din jî birîndar bûn.

Di pevçûnên navbera hêzên hikûmetê û serhildayên Husî de û herwiha jiber êrîêşên esmanî yên koalîsyona bi rêbertîya Saudî bi hezaran kesên din jî neçar man ji Yemenê birevin.

Berdevkê koalîsyonê Ahmed al-Assiri got, Erebistana Saudi bi cîhanîna agirbestê pêgîr e û rewşa heyî ji nêzîk ve dişopîne.

Serhildayên Husî jî gotibû ku ewê bersîvdana êrîşan bikin, eger agirbest ji hêla alîyên din ve bê şikandin.

XS
SM
MD
LG